12:04 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Facebook

    Du roj di tabûtê de ma û weşana zîndî kir

    © AP Photo/ Thibault Camus
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Moshe Kuçukkaya ku li bajarê Sodertelje ya Swêdê dijî, di bin 2.5 ton axê de 2 roj di nav tabûtê de ma. Kuçukkaya di hûndirê tabûtê de ji ser facebookê ve weşana zîndî kir.

    Moshe Kuçukkaya beriya niha jî seranserê mehekê li kolanan wekê kesên li kolanan dijîn, jiyabû û ji bo wan kesan alîkarî civandibû. Kuçukkaya bi projeya xwe yê dawî xwest pirsgireka xwe yê klostrofobîk çareser bike, ji aliyê din ve jî ji bo bêkesan dixwaze alîkariyê bicivîne.

    Kuçukkaya doh ji hûndirê tabûtê ku hatibû binaxkirin, hat derxistin. Herwiha Kuçukkaya seranserê du rojan tenê av vexwar.

    Moshe Kuçukkaya piştî ku ji hûndirê tabûtê hat derxistin ragihand ku, "Careke be dema ez têkevim tabûtê, ez dixwazim mirî bim."

    Kuçukkaya dem di nav tabûtê de bû bi rêya telefonê bersiva pirsan da. 2 saet beriya derxistina ji tabûtê, jê hat pirsîn gelo te pirsgireka xwe yê klostrofobiye çareser kir an ne, "Ez ne bawerim ku dema ez derketim jor ji klostrofobiye xilas bibim. Ez bawerim dê çend roj zehmet derbas bibe. Dibe çend roj ev yek werin xewna min."

    Etîketan:
    weşan, tabût, Moshe Kuçukkaya, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de