06:45 20 Mijdar 2017
Zindî
    Pakistan'da patlama

    Kamyona bombekirî berî êrişê teqiya: Herî kêm 10 birîndar

    © AP Photo/ K.M. Chaudary
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Li bajarê Lahor ê Pakistanê kamyona bombebarkirî înfîlaq kir, li gorî daneyên destpêkê di encama teqînê herî kêm 10 kes birîndar bûn.

    Berpirsê Midûriyeta Ewlehî di daxuyaniya xwe de ragihand ku kamyona fêkîbarkirî li parkeke herêma Îslampura ku dikeve rojavayê bajarê Lahorê înfîlaq kir, di teqînê de li gorî daneyên berdest herî kêm 10 kes birîndar bûn.

    Berpirsê ewlehî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Teqemeniyên ku di kamyonê de hatibûn veşartin bi şaşî di destê kesên êrişkar de teqiya. Di encama teqînê de gelek wesayîtên derdorê zirareke meizn dîtin, camên avahiyan hilweşiyan û banê xaniyekî jî hate xwarê."

    Li gorî daxuyaniya berpirsê pakistanî derbarê bûyerê de lêpirsîn dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê nû yê Pakistanê diyar bû
    Îranê moşek avêtin Pakistanê
    Li Pakistanê tankêr teqîya: 123 kes mirin
    Pakistanê jî biryar da ku 20 hezar leşker bişîne
    DAIŞê li Pakistanê 2 welatîyên Çînî kuşt
    Etîketan:
    Kamyona bombebarkirî înfîlaq kir, Lahor, Pakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de