15:49 20 Îlon 2017
Zindî
    Afghan policemen keep watch at the site of a bomb blast in Kabul, Afghanistan February 7, 2017

    Milîtanan êrişî qereqola gund kirin: Jin û zarok jî di nav de 50 kes kuştin

    © REUTERS/ Omar sobhani
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 13601

    Milîtanên terorîst li bakurê Afganistanê êrişî gundê Sare Pulê kirin. Jin û zarok jî di nav de zêdetirî 50 kesî qetil kirin û gelek gundî jî dîl girtin.

    Li gorî nûçeyên rojnameyên afganî, berdevkê hikûmeta eyalete Zabîhullah Amanî di daxuyaniya xwe de ragihand ku hinek terorîst ku milîtanên biyanî jî di nav de bi çekan êrişî qereqola ewlehî ya navçeya Sayaadê û 30 malên li herêmê kirin.

    Zabîhullah Amanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Milîtanên terorîst piraniya wan jin û zarok zêdetirî 50 kes bi şêweyekî nemirovane qetil kirin û hê jî li herêmê şer û pevçûn dewam dike. Êrişa hovane ji aliyê milîtanên DAIŞ û Talîbanê ve pêk hat." Piştî daxuyaniya Amanî Talîbanê ragihand ku ti eleqeya wan bi wê êrişê tuneye.

    Yek ji berpirsên ewlehî yên Kabîlê jî di axaftina xwe ya derbarê bûyerê de ragihand ku ji xeyrî şandina hêzên ewlehî balafirên şer jî şandine herêmê. Serokê Dewleta Afganistanê Eşref Ganî jî bi peyamekê êriş şermezar kir.

    Herwiha waliyê eyalete Zaher Wahdat jî got: "Şerê navbera hêzên ewlehî û milîtanên terorîst 48 seetan dewam kir, di pevçûnan de gelek camî hatin şewitandin û gelek gundiyên ku hejmara wan nayê zanîn ji aliyê milîtanan ve dîl hatin girtin."

    Bi heman mijarî:

    Li Afganistan û Pakistanê aşît: Herî kêm 140 mirî
    Sînorên Afganistan-Turkmenistanê ji darbeyên îslamîstan dihejin
    Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Li Afganistanê êrîşî mizgeftê kirin: Herî kêm 20 kes mirin
    Li Afganistanê êrîşa DYAyê: 16 polîs hatin kuştin
    Pentagon: Fermandarê rêxistinê yê Afganistanê hat kuştin
    Etîketan:
    Hêzên hikûmeta Afganistanê, Talîban, DAIŞ, Zaher Wahdat, Zabîhullah Amanî, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de