13:31 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Polîsê Avustralyayê

    Ji Tirkiyeyê di baholê de bombe şandin Avustralyayê

    © AFP 2017/ WILLIAM WEST
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Polîsên Avustralyayê roja şemiyê li bajarê Sydneyê di operasyoneke taybet de du bira binçav kiribûn. Li gorî îdîaya hêzên ewlehî herdu bira di baholê de bombe şandine Avustralyayê.

    Cîgirê Midûriyeta Ewlehî ya Federal a Avustralyayê Michael Phelan di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got: "Roja şemiyê li bajarê Sydneyê di operasyoneke taybet de du bira Xalid Hayatê 49 salî û Mehmûd Hayatê 32 salî hatin binçavkirin. Ev herdu bira bi baholê bi Rêya Hewayî ya Îmarata Erebî Etîhadê bombe şandin Avustralyayê."

    Michael Phelan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev herdu bita ji xeyrî êrişa bombeyî li cihên girtî amadehiya êrişa madeyê kîmyewî dikirin." Li gorî nûçeya BBC Tirkî Phelan gotiye ‘heta niha ev yekemîn êrişa gumanbar a li ser axa Avustralyayê ye.'

    ​Li gorî nûçeyê ev herdu bira bi dîrektîfa emîrekî rêxistina terorîst ê DAIŞê li Tirkiyeyê bombeyek amade kirin û û ev bombe bi kargoyê bi Rêya Hewayî ya Îmarata Erebî ya Etîhadê şandin Avustralyayê.

    Bi heman mijarî:

    Avustralyayê welatiyên xwe ji bo çûna Îngîltereyê hişyar kirin
    Bahoza li Avustralyayê jiyan tarûmar kir
    Trump telefon di rûyê Serokwezîrê Avustralyayê de girt
    Kesekî li Avustralyayê wesayîta xwe bi ser sivîlan de ajot: "3 mirî û 20 birîndar"
    Li Avustralyayê êrişa terorî hat astengkirin
    Etîketan:
    Ji Tirkiyeyê bombe şandin Avustralyayê, Cîgirê Midûriyeta Ewlehî ya Federal a Avustralyayê, Michael Phelan, Mehmûd Hayat, Xalid Hayat, Avustralya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de