17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Mihail Saakaşvili

    Serokê dewletê bû niha jî ‘bêwelat' ma

    © AFP 2017/ SHAKH AIVAZOV
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 125 0 0

    Wezareta Derve ya Ûkraynayê hemû pasaportên Serokomarê Gurcistanê yê berê ku demekê Walîtiya Odessayê jî kir Mihail Saakaşvîlî betal kirin.

    Li gorî nûçeya rojnameya Komsomolskaya Pravda v Ukraine ku dispêre çavkaniyên Wezareta Derve ya Ûkraynayê ragihand ku piştî ku Serokomarê Ukraynayê Pyotr Poroşenko di 28ê Tîrmehê de hemwelatîbûna Saakaşvîlî betal kir vê carê jî Wezareta Derve ya Ûkraynayê pêwendî bi wezareta amerîkî re danî û got ku hemû pasaportên Mihail Saakaşvîlî hatine betalkirin.

    ‘BÊWELAT' MA

    Bi vê betalkirina pasaportan ketina Saakaşvîlî ya nava Ukraynayê hat qedexekirin di heman demê de rê li ber çûna welatekî sêyemîn jî hat girtin. Dewleta Gurcistanê 2 sal berê bi sedema ku wezîfeya xwe baş bi kar neanî ji hemwelatîbûna Gurcistanê hatibû derxistin.

    Piştî ku rêvebiriya Ukraynayê hemû pasaportên Mihail Saakaşvilî betal kirin, Saakaşvîlî ‘bêwelat' ma û ji Amerîkayê nikare here welatekî din.

    Bi heman mijarî:

    Saakaşvîlî: Wê nikaribin welatîbûnê ji min bistînin û ez ê nebim penaber
    Saakaşvîlî: "Bêyî Ûkrayna pêşeroja Ewropayê tuneye"
    Pûtîn: Parêzgariya Saakaşvîlî li hemberî Ûkraynayiyan heqaret bû
    Poroşenko, Saakaşvîlî ji wezîfê stand
    Saakaşvîlî biryara îstîfayê da
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Ûkraynayê, Serokomarê Gurcistanê yê berê, Pyotr Poroşenko, Mihail Saakaşvîlî, Amerîka, Ukrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de