17:46 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Jinên Êzidî yên Şingalê

    Neteweyên Yekbûyî bi Kurdî bangewaziya komkujî nasîna karesata Şingalê kir

    Ahmad al-Rubaye
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3910

    Komîsyona NYyê ya Lêpirsîna Sûriyê di salvegera sêyemîn a karesata Şingalê de, bi Kurdî û Îngilîzî bangewaziya komkujî nasîna qetlîama DAIŞê ya ser Şingalê kir.

    Komîsyonê herwiha bangewazî kir ku jinên Êzidî yên di destê DAIŞê de mane di operasyonan de werin rizgarkirin.

    Daxuyaniya Komîsyonê ji aliyê endamên Komîsyona NY ya Lêpirsîna Sûriyê Paulo Sérgio, Karen Koning Abu Zayd û Ms. Carla Del Ponte ve hat kirin ku xwestin raya giştî ya navnetewî komkujiya Êzidiyan a li Şingalê rû daye nas bike.

    'HOVÎTIYEKE MEZIN LI SER 3 HEZAR JINÊN ÊZIDÎ HATIYE KIRIN'

    Di daxuyaniyê de hat gotin, qetlîama Şingalê divê di çarçoveya tawana komkujiyê de were nirxandin û hat eşkerekirin, li ser nêzîkî 3 hezar jinên êzidî tevî destwerdana cinsî hovîtiyeke mezin hatiye kirin.

    Komîsyonê daxwaz kir ku hewildanên bo rizgarkirina êzidiyên di destê DAIŞê de ne, zêdetir bibin û herwiha xwest, Dadgeha Cezayê ya Navdewletî û dadgehên netewî ji bo darizandina wan tawanan bikevin tevgerê.

     

    Bi heman mijarî:

    Iraqê pereyên serdema Sedam wergirtin
    Cîgirê Serokwezîrê berê ji hilberandina tilyakê hat binçavkirin
    Berdevkê Sedir: Malikî bi Hewlêrê re şer kir, Ebadî dîplomasiyê dike
    UNESCOyê li ser kuştina peyamnêrê RTyê daxuyanî da: ‘Tawana şer e’
    Serokwezîr bi êzidiyên rizgarbûyî re civiya û soz da wan
    Li Hindistanê ‘Bankeya Firingîyan’ vebû
    Etîketan:
    Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de