17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Zarok

    NY: 2 jê zarok 7 milyon însan bi xelayê re rû bi rû ne

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Li gorî raporta Neteweyên Yekbûyî (NY) li Yemenê 2 jê zarok 7 milyon însan li ber xelayê ne.

    Ofîsa Kordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser malpera xwe raportek weşand. Kordînasyonê di raporta xwe de ragihand ku li Yemena ku qeyrana herî mezin a însanî diqewime, 7 milyon însan li ber xelayê ne û 2 milyon û 300 hezar zarokên ku ji 5 salî biçûktir in her wext xwarinê peyde nakin.

    Li gorî raportê, li Yemenê piraniya gel mihtacî alîkariya însanî ye û di nav pêdiviyên lezgîn de av, xwarin û amûrên tibî jî hene. Raport behsa rewşa malbatên li kampên penaberan yên li navçeya Hamîrê dimînin jî dike.

    Di berdewamiya raportê de hat gotin ku ji 3 milyonî zêdetir însan ji welêt reviyane û 2 milyon jî li nava welêt ji cih û warên xwe bûne.

    Ji aliyê din ve di raportê de jî hat destnîşankirin ku şewba kolerayê her ku diçe zêde dibe û gelek nexweşiyên din jî peyde bûne.

    Bi heman mijarî:

    Hejmara miriyên kolerayê li Yemenê gihîşt hezar û 847 kesan
    Li Yemenê leşkerekî Siûdî hat kuştin
    Generalê Yemenê: Şerê di navbera welatên ereban de bi kêrê Amerîkayê tê
    Li Yemenê hejmara mirîyên kolerayê gihîşt 859 kesan
    Li Yemenê ji kolerayê 789 kesî jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    7 milyon însan li Yemenê li ber xelayê ne, Ofîsa Kordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de