05:42 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Êrişa Afganistanê

    Hejmara kuştiyên Camiya Cewadiyê zêde bûn: 29 kuştî û 64 birîndar

    © REUTERS/ Anil Usyan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Hat ragihandin ku hejmera kuştiyên camiya bajarê Herata Afganistanê derkete 29an û ya birîndaran jî bû 64.

    Berdevkê Walîtiya Heratê Ceylanî Farhad di axaftina xwe de ragihand ku hejmara kuştiyên Camiya Cewadiye ya bajarê Heratê ku zêdetir şîe diçûne derkete 29an û ya birîndaran jî derkete 64an.

    Ceylanî Farhad di berdewamiya axaftina xwe de got: "hinek birîndarên teqînê veguhestin nexweşxaneyên Îranê û em bi endîşe ne ku hejmara kuştiyan hê jî zêdetir bibe."

    Li gorî hinek şahidên bûyerê hejmara kuştiyên teqîna camiyê ji 30 kesî zêdetir e. Ji aliyê din ve Serokê Dewleta Afganistanê Eşref Ganî êrişa xwekujî şermezar kir.

    Heta niha ti kes an jî rêxistinê berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe. Rêxistina Talîbanê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ti eleqeya wan bi teqînê re tuneye.

    Bi heman mijarî:

    Li Afganistan û Pakistanê aşît: Herî kêm 140 mirî
    Sînorên Afganistan-Turkmenistanê ji darbeyên îslamîstan dihejin
    Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Li Afganistanê êrîşî mizgeftê kirin: Herî kêm 20 kes mirin
    Li Afganistanê êrîşa DYAyê: 16 polîs hatin kuştin
    Etîketan:
    Hejmara kuştiyên camiya şîeyan zêde bûn, Berdevkê Walîtiya Heratê, Ceylanî Farhad, Herat, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de