05:41 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Katalonya

    Spanyayê astengî li beriya referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê derxist

    © AFP 2017/ Josep Lago
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Aloziya referandûmê li Spanyayê dewam dike. Hemû verastkirinên ku li Meclîsa Herêmî bo yasebûna serxwebûnê hatibûn qebûlkirin ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat rawestandin. Biryar ji aliyê dagehê ve bi yekdengî hat qebûlkirin.

    Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê biryarên ji bo serxwebûna Katalonyayê da rawestandin.

    Hikûmeta Katalonyayê ragihand ku dadwer, li gorî daxwaza Serokwezîrê Spanyayê Mariano Rojoy tevgeriya ne.

    Hikûmeta Spnayayê referandûma serxwebûna Katalonyayê ku dihat plankirin di 1ê Cohmeta îsal de pêk were, biribû Dadgeha Destûra Bingehîn.

    Puigdemot di 23ê Temuzê de gotibû ku, "Ti astengî, ti gef dê nekare berî li biryardayîna pêşeroja kataloniyan bigire."

    Serokwezîr Rajoy gelek caran eşkere kiribû ku referandûma Katalonyayê li dijî destûra bingehîn e û pêşniyara hevdîtinan bo referandûma serxwebûnê yê Serokê Rêveberiya Serbixwe yê Katalonyayê Carles Puigdemont jî gotibû "Ez naxwazin, bawer nakim û di heyama serokatiya min de jî dê çênebe."

    Rahênerê Manchester City û futbolîstê berê yê tîma FC Barcelonayê Pep Guardiola ku manifestoya serxwebûnê xwend gotibû, "Her çiqas Spanya nexweze jî em ê biçin serxwebûnê."

    Bi heman mijarî:

    Ji Parlamentoya Katalonyayê biryara ‘referanduma serxwebûnê'
    Serokê Katalonyayê: Referandûm ya dê çêbibe ya dê çêbibe
    Ji bo serxwebûna Katalonyayê biryara dawîn a dadgehê derket
    Parlamentoya Katalonyayê bi awayekî fermî serxwebûnê nîqaş dike
    Ji Dadgeha Destûrî ya Spanyayê bo Katalonyayê: ‘Erê'
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, Mariano Rajoy, Carles Puigdemont, Spanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de