18:21 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Venezuela

    Di protestoyan de xwîn rijiya: 2 jê zarok 10 kes hatin kuştin

    © REUTERS/ Christian Veron
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Li Venezûelayê, di hilbijartinên ji bo meclîsa damezrîner a ku dê destûra bingehîn diyar bike de protestoyan berdewam kir. Di bûyeran de 2 jê zarok, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

    Li Venezûelayê di hilbijartinên meclîsa damezrîner de, xwepêşandanên protestoyî pêkhatin û di xwepêşandanan de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Venezûelayê hilbijartina ku dê meclîsa damezrêner a ku dê destûra bingehîn diyar bike doh pêk hat. Serokê Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî Tibisay Lucena diyar kir ku nêzî 8 mîlyon û 100 hezar kesî deng dane û rêjeya beşdariyê ji %41.53 ye. Dijberiyê jî got ku encam bi hîle ne û ji 19 mîlyon û 400 hezar hilbijêrî tenê 2 mîlyon û 480 hezarî deng dane.

    Di hilbijartina ku 545 endamên Meclîsa Damezrîner dê werin diyar kirin de 5 hezar û 500 endam beşdarî pêşbirkê kirin. Di hilbijartina ku partiyên dijber boykot kir de, navên nêzîkî Partiya Sosyalîst a Yekbûyî bûn endam.

    DU ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DAN

    Di hilbijartinên meclîsa damezrêner de li kolanan protesto qewimîn. Dozgeriyê eşkere kir ku di encama xwepêşandanên dawiya heftê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nav kesên mirî de du zarokên 13 û 17 salî jî hebûn.
    Li eyaleta li ser sînorê Kolombiya berê leşkerek hatibû kuştin. Li bajarê Cumana sekreterê rêxistineke dijber, di dema protestoyan de hat kuştin. Beri hilbijartinê bi rojekê ji endaman Jose Felîx Pîneda li eyaleta Bolîvar ji aliyê kesên nasnama wan ne diyar ve hate kuştin.

    ENCAMÊN HILBIJARTINÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN

    Roja yekşemê tifaqa hilbijartinê a dijber ku Maseya Yekîtiya Demokratîk ku 20 partî di nav de cî digrin, li paytext Caracasê xwepêşandaneke protestoyî li darxist. Xwepêşandana ku bi diruşma "Li Hember Dîkatatorî û Sextekariyê" hatibû kirin de, kêm beşdar hebûn. Roja duşemê jî sîyasetmedarê dijber Henrîque Caprîles got: "Em vê pêvajoya bi hîle nasnnakin, ji bo me ev tûneye."

    Serbalyoza Neteweyên Yekbûyî yên Dewletên Yekîtiya Amerîkayê (DYA) Nikki Haley di daxuyaniya xwe ya twitterê de got ku Venezûela gaveke din ber bi dîktatoriyê ve avêt. Wezareta karên dervê a DYAyê jî aşkere kir ku; Ev hilbijartin hatine li darxistin ku ji bo Meclîsa Damezrêner bi awayekî meşrû hatiye hilbijartin were îqame kirin. Ev yek heqê tayinkirina qedera xwe ya gelê Venezûelayê binpê dike. Arjantîn, Brezîlya, Kolombiya, Meksîka, Peru, Costa Rica û Panama jî di nav de gelek dewletên Başûrê Amerikayê û Yekîtiya Ewropayê jî gotibûn em encamên hilbijartinê qebûl nakin.

    Bi heman mijarî:

    Venezuela bersiva Trump da: Em dev jê bernadin
    Li Venezuelayê serokê hereketa xwendevanan hat kuştin
    Li Venezuelayê hejmara miriyên xwepêşandanan zêde dibe
    Serokê Venezuelayê Maduro Kolombiya tehdîd kir
    Li Venezuelayê helîkoptera leşkerî winda bû
    Etîketan:
    Endamên Meclîsa Damezrêner, Nicolas Maduro, Tibisay Lucena, Bolîvar, Venezuela
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de