17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Brûsk

    Brûskê li cotkaran xist: 11 mirî û 8 birîndar

    © AFP 2017/ MASROOR GILANI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 74 0 0

    Li eyaleta Orissa ku dikeve rojhilatê Hindistanê brûskê li cotkaran xist, di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

    Berpirsê hikûmeta eyaleta Orissayê Rajendra Panda di daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava eyaleta Orissayê li çend herêmên ji hev cuda brûsk ket. Di encama bûyeran de 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

    Rajendra Panda di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piraniya kesên ku mirine jî cotkarên ku li nav zeviyên birinc dixebitîn in."

    Li welatê Hindistanê ji meha hezîranê ve ji ber barîna barana muson, lehî û brûskan heta niha bi sedan însan jiyana xwe ji dest dan.

    Bi heman mijarî:

    Di weşana zindî de brûsk li nuçegihan ket
    Li Amedê brûsk ket: 1 mirî û 6 birîndar
    Li Kirmanşanê brûsk li pasdarên Îranê ket: Kuştî û birîndar hene
    Di encama lêdana brûskê de şivanek û hezar û 500 pez mirin
    Li Hindistanê ji ber brûskê 31 kes can dan
    Etîketan:
    Ji ber brûskê 11 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn, Berpirsê hikûmeta eyaleta Orissayê, Rajendra Panda, Orissa, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de