01:59 22 Cotmeh 2017
Zindî
     WHO reports 525,000 swine flu cases worldwide

    Di nava 5 rojan de 7 kes ji şewba berazan mirin

    © Sputnik/ Andrey Stenin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Li Myanmarê ji ber şewba berazan ku wek vîrûsa H1N1 tê zanîn di nava 5 rojan de 7 kesan canê xwe ji dest dan.

    Wezareta Spor û Tendirustî ya Myanmarê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li bajarê Yangonê 2 kesên din ku vîrûsa H1N1 bi wan re bû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê di nava 5 rojên dawî de 7 kesî ji ber şewba berazan jiyana xwe ji dest daye û niha 41 kesên ku vîrûsa H1N1 gihîştiye wan li nexweşxaneyeke Yangonê têne dermankirin.

    Ev vîrûsa H1N1 ku di nava gel de wekî şewba berazan tê zanîn, piştî parzemîna Amerîkayê di Adara 2009an de li temamê dinyayê belav bû. Li gorî daneyên fermî yên Rêxistina Tendirustî ya Dinyayê di sala 2009an de ji ber şewba berazan 18 hezar û 500 însanî jiyana xwe ji dest da.

    Bi heman mijarî:

    Ji ber şewba kolerayê 115 kesî jiyana xwe ji dest da
    Şewba berazan: 7 kurd mirin
    Kurdistan di bin tehdîda ‘şewba berazan’ de ye
    Etîketan:
    Di 5 rojan de 7 kes mirin, Wezareta Spor û Tendirustî ya Myanmarê, Yangon, Myanmar
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de