17:50 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Somalî

    Li nêzî avahiya midûriyeta ewlehî teqîn: 6 kuştî û bi 10an birîndar

    © REUTERS/ Feisal Omar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 103 0 0

    Hat ragihandin ku li bajarê Mogadîşu yê Somaliyê li nêzî avahiya midûriyeta ewlehiyê êrişa bombeyî pêk hat.

    Li gorî zanyariyên berdest, li bajarê Mogadîşu yê Somaliyê li nêzî avahiya midûriyeta ewlehiyê êrişa wesayîta bi bombe pêk hat. Li gorî daneyên pêşî di êrişa bombeyî de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û bi 10an jî birîndar bûn.

    Çavkaniyên herêmî ragihandin ku wesayîta bombebarkirî li hemberî midûriyeta ewlehî ya li taxa Waberî ya Mogadîşuyê pêk hat.

    Teqîn li ser rêya sereke ya Mekke-î Mukereme ku di heman demê de Qesra Serokomarî û balafirxaneyê bi hev ve girê dide qewimî. Li gorî daneyên pêşî di êrişa wesayîta bombeyî de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest da û û bi 10an jî birîndar bûn. Heta niha ti kes an jî rêxistinê berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    Li Somaliyê êrişa bombeyi: 13 kuştî û gelek birîndar
    Trump Pentagon ji bo êrîşên asmanî yên ser Somaliyê erkadar kir
    Fermandarê tabûra Somaliyê ya li Donetskê Tolstih hat kuştin
    Li Somaliyê li dijî otelê êriş: 6 kuştî û bi 10an birîndar
    Neteweyên Yekbûyî: "Li Somaliyê 71 hezar zarok bi mirinê re rû bi rû ne"
    Etîketan:
    Li nêzî midûriyeta ewlehî êrişa bombeyî, Mogadîşu, Somalî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de