08:37 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Çînê

    Serokê Çînê: Ji bo em bigihîjin armancên xwe divê em artêşa herî bihêz ava bikin

    © AFP 2017/ STR
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping di merasî pîrozbahiyên avakirina Artêşa Rizgariya Gel a Çînê de ragihand ku ji bo em bigihîjin armancên xwe divê em artêşa herî bihêz ava bikin.

    Serokê Dewleta Çînê, Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Çînê û Serokê Komîsyona Leşkerî ya Navendî Şi Cinping di merasî pîrozbahiyên avakirina Artêşa Rizgariya Gel a Çînê ya li Herêma Xweser a Moxolîstana navxweyî de got: "ji bo em bigihîjin armanc û ewlehiya xwe bi rêk û pêk saz bikin, divê em artêşa herî bihêz ava bikin."

    ‘EM DIKARIN LI HEMBERÎ HEMÛ DAGIRKERAN SERFIRAZIYÊ BI DEST BIXIN'

    Şi Cinping di wesayîteke ser vekirî de yekîneyên leşkerî yên Çînê slav kirin û piştî merasîmê di axaftina xwe de got: "Jiyana bi rûmet ji bo her xelkî xelateke û parastina jiyana bi rûmet jî wezîfeya herî mezin a artêşê ye. Îro em ji her demê zêdetir nêzîkî hedefên xwe yên neteweyî ne û divê em arteşeke gelekî bihêz ava bikin."

    Merasîma leşkerî di televîzyonên Çînê de bi zindî hate weşandin û di merasîmê de derdora 12 hezar leşker, 600 perçe wesayîtên leşkerî û zêdetirî 100 balafirên şer cih girtin. Di merasîmê de gelek cureyên tank, pergalên parastina moşekan û balafirên bombebaranê jî hebûn.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê amerîkî: Eger Trump fermanê bide ez ê bi moşekên nukleerî li Çînê bixim
    Jeta Çînê hişt ku balafira îstixbarata Amerîkayê berê xwe biguhere
    Çînê bi tundî Hindistan hişyar kir: Leşkerên xwe bikşîne
    Rûsya 10 helîkopteran dide Çînê
    Amerîka ji ber bernameya nukleerî ya Îranê sepandin danî ser Tirkiye û Çînê
    Etîketan:
    Artêşa Rizgariya Gel a Çînê, Serokê Dewleta Çînê, Şi Cinping, Pekîn, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de