09:04 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Balafir

    Milîtanan bi doçkayê balafira şer xistin: Pîlotek mir û yê din jî windayî ye

    © AP Photo/ Hassan Ammar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 310 0 0

    Hat ragihandin ku li rojhilatê Libyayê milîtanên Konseya Şura ya Micahidên Derneyê balafireke şer a aîdî Meclisa Nûneran ku navenda wê li Tobrukê ye bi doçkayan xistin.

    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî yên girêdayî Meclisa Nûneran a Tobrukê hatiye wergirtin, balafira şer a bi modela MİG-23 ku aîdî baregeha hewayî ya El Ebrakê bû li herêma Ez-Zahrulhumr a Derneyê ji aliyê milîtanên Konseya Şura ya Micahidên Derneyê bi doçkayan hat xistin.

    Çavkaniyên leşkerî di daxuyaniya xwe de ragihand ku pêwendî bi pîlotên balafirê Adil el-Cihani û Vail el-Vakvak re hatiye birîn, lê berdevkê çapemenî yê Konseya Şura ya Micahidên Derneyê Muhammed İdris el-Mansurî ragihand ku herdu pîlot di destê wan de ne.

    ​Muhammed el-Mansurî piştî daxuyaniya xwe daxuyaniyeke duyemîn li ser medya civakî ya Facebookê parve kir û ragihand ku pîlot canê xwe ji dest daye. Lê ji bo cîgirê pîlot ti agahî parve nekir.

    Bi heman mijarî:

    Li Elazîzê balafira ku rabû piştî demekê ket
    Jeta Çînê hişt ku balafira îstixbarata Amerîkayê berê xwe biguhere
    Balafirên NATOyê di rêya vegerê de refeqatê balafira Şoygu kirin
    Jeteke NATOyê li Baltikê xwest nêzîkî balafira wezîrê rûsî Şoygu bibe
    Rûsya: Me li Baltikê rêgirî li balafira keşfê ya Amerîkayê kir
    Etîketan:
    Balafira şer ji aliyê milîtanan ve hat xistin, Konseya Şura ya Micahidên Derneyê, Meclisa Nûneran a Tobrukê, Muhammed el-Mansurî, Tobruk, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de