22:36 23 Tebax 2017
Zindî
    Moldova Devlet Başkanı İgor Dodon

    'Kesên ku destûra têketina welatiyên rûsî bo Moldovayê nedan, dê hesabê bidin'

    © REUTERS/ Gleb Garanich
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Serokê Dewlet Moldovayê Igor Dodon di derbarê qedexeya têketina hin welatiyên Rûsyayê bo Moldovayê daxuyanî da. Dodon ragihand ku ew ê bi wan kesên ku bi awayekî provakatîf tevgeriyan re elaqedar bibe û dema ku dem hat ew ê hisab ji berpirsyarên vê yekê bipirse.

    Moldova Devlet Başkanı İgor Dodon
    © REUTERS/ Gleb Garanich
    Ji Hikûmeta Moldovayê, di çarçoveya çalakiyên 25mîn salvegera sazkirina aştiya li Transdinyesterê kesên ku xwestin biçine Moldovayê ku di nava wan de welatiyên rûsî jî hene destûr derneket.

    ‘EV YEK NAYÊ QEBÛLKIRIN'

    Dodon piştî ku bi Balyozê rûsî yê li Moldovayê Farit Muhametşin re hevdîtinek pêk anî bi rêya Facebookê daxuyaniyek da: "Careke din em li ser provakasyona qedexekirina têketina hin hunermendên rûsî bo Moldovayê axivîn. Ez careke din helwesta xwe eşkere dikim: Ev yek nayê qebûl kirin. Ew kesên ku di vê provakasyonê de cî girtine û zirar dane têkiliyên bi Rûsyayê re, dema ku derfet çêbû dê hisab bidin. Tu kes û tu tişt nayê ji bîr kirin.''

    Bi heman mijarî:

    Moldovya: Pêwendiyên bi Rûsyayê re gihîştin qonaxeke nû
    Pûtîn serokê Moldovayê Dodon û yê Bulgaryayê Rudev pîroz kir
    Xelkê Ûkraynêyê kirasê nasnameya Moldovayê li xwe dikin
    Etîketan:
    hesab, têketin, Igor Dodon
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de