09:04 17 Tebax 2017
Zindî
    Pervez Müşeref

    Perwez Muşeref: Hindik mabû ku min moşekên nukleerî biavêta Hindistanê

    © AFP 2017/ ASIF HASSAN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Serokdewletê berê yê Pakîstan Perwez Muşeref ragihand ku di sala 2002an de wî xwestiye li hember Hindistanê êrîşeke nukleerî pêk bîne lê ji ber bersivdayînê tirsiya ye û dev ji vê yeke berdaye.

    Perwez Muşerefê 73 salî ku li Dubaî dijî diyar kir ku; di wexta ku têkiliyên her 2 dewletan xerab bûn, "xetereya derbaskirina asta nukleerî" hebû.

    EZ GELEK ŞEVAN NERAZAM

    Muşeref got; "Di dema piştî êrîşa li parlamentoya Hindistanê a li Delhîya Nû ku 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn rakêşî bilind bibû. Dema min hewl dida biryara çeka ku wê karîgeriyeke wê ya rûxînkar hebe bidim, ez gelek şevan nerazam.

    Li gor rojnameya Japonî Maînîchî Shînbûnê Muşeref gotiye: "Wê demê ne di serê moşekên Pakistanê de, ne jî di serê yên Hindistanê de serikên nukleerî hebûn, ji ber wê yekê amadekarina wan dê 2 rojan bidomiya."

    Li hember pirsa ku te dixwest şerê moşekan ji bo şer were amade kirin an na de; Muşeref got: "Me ev yek nekir û em difikirin ku Hindistanê jî nekir. Şikir ji Xwedê re."

    Bi heman mijarî:

    Hindistan û Pakistan dibin endamên RHŞyê
    Hindistan piştgiriya Kurdistanê dike
    Hindistan, moşeka ku bi Rûsyayê re çêkiribû ceriband
    Krîza Keşmîrê aloziya navbera Hindistan û Pakîstanê zêde dike
    Izvestiya: "Hindistan dixwaze ji Rûsyayê moşekên kruz bistîne"
    Etîketan:
    moşek, nukleerî, çek, Perwez Muşeref
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de