02:38 17 Tebax 2017
Zindî
    Antonio Guterres

    NY: DAIŞê 50 hezar sivîlên reqqayî dîl girtine

    © REUTERS/ Denis Balibouse/File photo
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê derdora 40-50 hezar sivîlên reqqayî dîl girtine.

    Roja pênşemê derheqê rewşa Sûriyê û Rojhilata Navîn de Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres di malpera fermî ya Neteweyên Yekgirtî de raportek weşand ku rojek berê ev raport di Konseya Ewlehiyê ya NYyê pêşkeş kiribû.

    Di raportê de tê ragihandin ku, ji destpêka operasyonên bejahî û êrîşên esmanî yên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li hemberî DAIŞê, li Reqqaya Sûriyeyê her ku diçe rewş li wî bajarî xirabtir dibe.

    Li gorî raportê di meha hezîranê de zêdetirî 170 kesên sivîl hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Herwiha Guterres da zanîn ku di navbera 40-50 hezar kesên sivîl niha li bajarê Reqqayê di destê DAIŞê de dîl in. Di berdewamiya axaftina xwe de Guterres ji Hevpeymaniya Navdewletî daxwaz dike ku di dema operasyonan de ji bo zirar negihîje sivîlan hinekî baldar tev bigerin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Divê kurd, beşdarî pevajoya çareseriya li Sûriye bibin
    Malikî ji bo Rûsyayê: Nehêlin ku Sûriye parçe bibe
    ‘Ji ber ku YE naxwaze bibe hevsînorê Sûriye û Iraqê, endamtîya Tirkiyê naxwaze’
    Sûriye: Enqere partnerê sereke yê terorîstan e
    Sûriye hişyarî da Amerîkayê: Em ê bersivê bidin
    Etîketan:
    Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY, antonio Guterres, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de