21:30 19 Tebax 2017
Zindî
    Pakistan's Prime Minister Nawaz Sharif

    Dadgeha Destûra Bingehîn wezîr û serokwezîr ji wezîfeyê dûr xist

    © East News/ AP Photo/Justin Tallis, Pool
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Dadgeha Destûra Bingehîn a Pakistanê ji bo ku navê malbata Navaz Şerîf di bêrêtiya ‘Belgeyên Panamayê' de derbas dibû ew ji wezîfeyê dûr xist.

    Li gorî belgeyên Panamayê,piştî ku zarokên Navaz Şerîf bi şîrketên offShore li Londraya Îngîltereyê avahî standin, Dadgeha Destûra Bingehîn derheqê Şerîf de lêpirsîn dabû destpêkirin. Dadgehê îro biryara xwe da û serokwezîr ji wezîfeyê dûr xist.

    Endamê Dadgeha Destûra Bingehîn Ejaz Afzal Han di axaftina xwe de got: "Navaz Şerîf êdî ne kesekî bi rûmet e ku bikaribe bibe endamê parlamentoyê û dê wezîfeya wî ya serokwezîrtiyê bi dawî bibe."

    Herwiha dadgehê ji bo Şerîf û malbata wî biryara lêpirsîna cezayê jî da. Şerîf heta niha jî îdîayên bêrêtiyê qebûl nake.

    Li gorî daxuyaniya endamê Destûra Bingehîn ê Pakistanê dadgehê Wezîrê Fînansê Îshaq Dar jî ji wezîfeyê dûr xist.

     

    Etîketan:
    Dadgeha Destûra Bingehîn serokwezîr ji wezîfeyê dûr xist, Serokwezîrê Pakistanê, Îshaq Dar, Navaz Şerîf, Pakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de