20:10 17 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Nîjeryayê

    Artêş di operasyonê dê kete kemînê: 40 kuştî

    © AFP 2017/ STEPHANE YAS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 71 0 0

    Hêzên ewlehî yên Nîjeryayê ji bo rehîneyên di destê rêxistina Boko Haramê de ne rizgar bikin operasyon li dar xistin, lê ketin kemînê. Di kemînê de zêdetirî 40 kesî hatin kuştin.

    Li gorî nûçeya BBC Tirkî hêzên ewlehî yên Nîjeryayê ji bo rehîneyên di destê rêxistina cihadîst a Boko Haramê de ne rizgar bikin operasyonek li dar xistin, lê rastî kemîna rêxistinê hatin. Di kemînê de zêdetirî 40 kesî hatin kuştin. Di nava kuştiyan de leşkerên artêşê û tîma endazyar ku lêgerîna petrolê dikir jî heye.

    BASKÊ DAIŞÊ YÊ EFRÎQEYA ROJHILAT

    Artêşa Nîjeryayê berê di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku rêxistina cihadîst Boko Haram têk biriye. Lê di operasyona dawî ya rizgarkirina rehîneyan de kuştiyên zêde çêbûn û tê gotin ev bûyer dê hikûmeta Nîjeryayê têxe tengasiyê.

    Rêxistina Boko Haram di sala 2002an de hate damezrandin û di sala 2009an de ddest bi çalekiyên şidetê kir. Boko Haram bi rêxistina terorîst a DAIŞê ve girêdayî ye û wek baskê DAIŞê yê Efrîqeya Rojhilat tê zanîn.

    Bi heman mijarî:

    Boko Haram got dinya erda rast e û kete şopa mamosteyên erdnîgariyê!
    Li Nîjeryayê êrişa Boko Haram: '65 kuştî û 50 birîndar'
    5 çekdarên Boko Haram li Mûsilê hatin kuştin
    Li Nijeryayê 7 hezar kes ji şerê Boko Haramê reviyan
    NY: Bi milyonan kes ji ber Boko Haramê li ber metirsiya xelayê ne
    Etîketan:
    Artêşa Nîjeryayê, Boko Haram, Nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de