02:05 22 Cotmeh 2017
Zindî
    İsviçre bayrağı

    Swîsreyê hişyarî da hemwelatiyên xwe: Li ser çûna Tirkiyeyê baş bifikirin

    © AFP 2017/ Fabrice COFFRINI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1010

    Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê pêşniyarên seyahata ji bo Tirkiye nûjen kirin. Hat ragihandin ku wezaretê, ji hemwelatiyên xwe ji ber astengiyên di çûn û hatinê de û derbarê girtinên bêyî biryara dadgehê de hişyarkirine.

    Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê, di pêşniyarên ji bo ewlehiya hemwelatiyê xwe yên ji bo geştyariyê de îsal cihekî taybet da Tirkiyeyê.

    Wezaretê, di hişyriya ku ji bo Tirkiye dabû de got: "Kesên ku dixwazin biçin Tirkiyeyê divê di mijara ku wê li Tirkiyeyê wekî dijmin werin dîtin an na baş bifikirin."

    "BÊYÎ BIRYARA DADGEHÊ DIBE KU GIRTIN PÊK WERIN."

    Di hişyariya wezaretê de bal kişandin ku li Tirkiyeyê Rewşa Awarte berdewam dike û heye di têketin û derketinan de astengî derkevin. Her wiha hat diyarkirin ku dibe bêyî biryara dadgehê girtin jî pêk werin.

    Wezareta diyar kir ku kesên ku hemwelatiyên her 2 welatan yanî Tirkiye û Swîsreyê bin bêtir bi xetereyê rû bi rû ne. Wezaretê got ji ber ku Tirkiye, hemwelatîbûna Swîsra paşguh dike û destûrê nade ku Swîsre parêzvaniya kesên xwedî hemwelatibûna her du dewletan bike, dê ev xizmet bo wan kesan neyê dayîn.

    Herwiha hat eşkerekirin ku kesên dixwazin biçin Tirkiye bi dilê xwe ne ku guh bidin vê daxuyanî an nedinê.

    Bi heman mijarî:

    Piştî hewldana derbeyê ji Tirkiyeyê 408 kesan îltîcaya Swîsrayê kir
    Gelek dîplomatên tirk îltîcaya Swîsrayê kirin
    Swîsre: Ger dewlet û Kurd bixwazin, em dikarin navbeynkariyê bikin
    Swîsre û Avusturya ji Olîmpiyatên Zivistanê yên Tirkiyeyê vekişiyan
    Etîketan:
    hişyarî, hemwelatî, Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê, Swîsre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de