13:36 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Çekdarên FARCê

    Rêxistina ku şerê çekdarî dikir amadehiya vekirina partiya siyasî dike

    © AFP 2017/ LUIS ACOSTA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Rêxistina FARCê piştî ku dev ji şerê çekdarî berda ji bo tevlî pêvajoyê bibe partiyeke siyasî ava dike. Rêxistin wê di 1ê Îlonê de navê partiya xwe eşkere bike.

    Lehî
    © Sputnik/ Ekatherina Lyzlova
    Hêzên Şoreşgerên Çekdar ên Kolombiyayê (FARC) ji bo tevlî pêvajoya siyasî ya welêt bibe partiyekê ava dike. Rêxistin di 1ê îlonê de navê partiya xwe ya fermî îlan dike. Ivan Marquez û Carlos Antonio Lozadayê ji rêveberên FARCa ku bi hikûmeta Kolombiyayê re peymana aştiyê çêkirin û dev ji çekan berda derbarê xebatên avakirina partiyê da daxuyanî da.

    Marquezê ku di hevdîtinên hikûmet û rêxistinê de navbeynkarî dikir ragihand ku ew ê di dawiya tebaxê da kongreya avakirinê ya ku rêveberiyê û nexşerêyê eşkere dike li dar bixin. Em ê di 1ê îlonê d li Meydana Bolîvarê ya dîrokî ya li Bogotayê partiyê îlan bikin.

    Ivan Marquez bal kişand ser niqaşên der barê pêkanîna peymana aştiyê yên li Kongreya Kolombiyayê û got: "Hêviya min ew e ku Kongre li gor peymana aştiyê ya ku civak bi hesreta wê ye tevbige re. Êdî di sûîqestên van demên dawîn ên li dijî serokên herêmî de milîtanên FARCê jî dibin hedef. Ew ji ber vê yekê bi fikar in."

    Bi heman mijarî:

    Dê FARC 400 çekên din radestî NYyê bike
    FARC: Prosesa çekdanînê destpê kir
    FARC 1ê Adarê dest bi çekdanînê dike
    FARC prosesa çekberdanê dide destpêkirin
    Di navbera FARC û hikûmeta Kolombiyayê de peymaneke nû hat îmzekirin
    Etîketan:
    Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC), Rêxistina FARCê partiyeke siyasî ava dike, Ivan Marquez, Kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de