05:42 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Koreya Bakur

    Koreya Bakur dîsa gef li Amerîkayê xwar

    © Sputnik/ İlya Pitalev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Pyongyang, di 64mîn salvegera bidawîbûna Şerê Koreyê de, gefa êrişa pêşîlêgirtina ji nedîve li Amerîkayê xwar.

    Li gorî ragihandina Ajansa Telgrafa Navendî ya Koreyê, Pyongyang' di 64mîn salvegera bidawîbûna Şerê Koreyê de, merasîmeke fermî li dar xist.

    Wezîrê Parantinê yê Koreya Bakur Pak Yong-Sîk ku beşdarî merasîmê bû got: "Eger ji dijmin, gefên nukleerî li dijî hebûna me dewam bikin, artêşa şoreşger ya welatê me dê tu hişyariyê nede û derbeya xwe yê nukleerî ya pêşîlêgirtina ji nedîve li Amerîkayê bixe û li ser rûyê erdê dê welateke wekî Amerîkayê nemine."

    Wezîrê koreyî wiha pê de çû: "Amerîkaya ku ji hêza leşkerî ya Koreya Bakur ku herdiçe mezin dibe, ditirse û plana nukleerî ya pêşîlêgirtina Pyongyangê dike."

    Koreya Bakur di şerê 64 sal berê de webûl dikin ku li hemberî Amerîkayê serkeftin bidesxistine û roja 27ê Temuzê wekî ‘roja aştiyê' pîroz dikin.

    Bi heman mijarî:

    'Amerîka çawa kete dafika Koreya Bakur'
    Lavrov: Rûsya û Çîn li dîjî mudexaleya Koreya Bakur derdikevin
    DYA: Koreya Bakur di ceribandina moşeka balistik a parzemînan de serkeftî bû
    Pûtîn: Ji bo çareseriya krîza Koreya Bakur em ê bi Şî re bixebitin
    Rûsya: Koreya Bakur moşeka menzîla navîn ceriband
    Etîketan:
    nukleerî, gef, Pak Yong-Sîk, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de