09:03 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Hindistan

    Avahiya ku dihate restorekirin hilweşiya: 17 mirî û bi 10an birîndar

    © AFP 2017/ SAM PANTHAKY
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3210

    Hat ragihandin ku li bajarê Mumbai yê Hindistanê avahiyek hilqeşiya, di encama bûyerê de 17 kes mirin û bi 10an jî birîndar bûn.

    Li gorî zanyariyên berdest, li bajarê Mumbai yê Hindistanê avahiyek hilqeşiya, di encama bûyerê de 17 kesan canê xwe ji dest da, 28 kes jî binê enqazê hatin deranîn.

    Berpirsyaran da zanîn ku hê sedema hilweşandina avahiyê ne diyar e. Li gorî çavkaniyên herêmî aliyê avahiyê yê hilweşiyayî berê wekî aramxane dihate bikaranîn, lê ji ber ku avahî dihate restorekirin vala bû. Piştî bûyerê xwediyê aramxaneyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

    Cîgirê Şarederê Mumbaiyê Sidmur Naik ragihand ku hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, lewma hê hejmara kesên ku di bin enqazê de mane ne diyar e.

    Bi heman mijarî:

    Li Hindistanê otobusa rêwiyan qulibî: 25 mirî û 9 birîndar
    Li Hindistanê ji ber brûskê 31 kes can dan
    Li Hindistanê ji ber germê 167 kesî jiyana xwe ji dest da
    Li Hindistanê misilmanên ku çêlek dizîn hatin kuştin
    Li Hindistanê qezaya trênê: 36 mirî, 100 birîndar
    Etîketan:
    Li Hindistanê avahî hilweşiya, Cîgirê Şarederê Mumbaiyê, Sidmur Naik, Mumbai, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de