08:16 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Kana

    Li kanayê hezaz: 15 kanavan mirin û 11 jî winda ne

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Hat ragihandin ku li herêma Ashanti ya Ganayê li kanaya zêrî hezaz pêk hat. Li gorî daneyên pêşî 15 kanavan canê xwe ji dest dan.

    Li gorî nûçeyên çapemeniya neteweyî ya Ganayê, li kanaya bajarê Asante Akyim ku bi herêma Ashantiyê ve girêdayiye û bi qaçaxî dixebite hezaz pêk hat. Li gorî çavkaniyên herêmî di hezazê de 15 kanavanên ganayî canê xwe ji dest dan.

    Di berdewamiya nûçeyan de hat ragihandin ku 11 kanavan di binê hezazê de mane û ji bo lêgerîn û rizgarkirina wan xebatê lêkolînê dewam dikin.

    Hêjayî gotinê ye ku di 7ê Tîrmehê de li bajarê Nsuta yê girêdayî herêma Westernê dîsa li kanayake qaçax hezaz qewimî bû û di bûyerê de 39 kanavanan canê xwe ji dest dabûn.

    Bi heman mijarî:

    Hejmara miriyên kanaya Îranê derket 35an
    Li Çînê kanaya komirê hilweşiya: 9 mirî
    Di kanaya mermeran de qeza: Karkerek mir, 2 karker jî birîndar bûn
    Li Antalyayê kana komirê hilweşîya: 2 karker di bin de man
    21 termên karkerên kana Îranê hatin dîtin
    Li Îranê di kana madenê de teqîn: Herî kêm 50 karker di bin madenê de ne
    Etîketan:
    15 mirî û 11 windayî, Li kanaya Ganayê hezaz, Asante Akyim, Gana
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de