13:51 26 Îlon 2017
Zindî
    Tirkiye - al

    Amnesty Internationalê: Rayedarên Tirkiyeyê ji hiş û rastiyê dur tevdigerin

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3830

    Rêveberê Amnesty Internationalê ragihand ku rayedarên Tirkiyeyê ji hiş û rastiyê dûr tevdigerin. Herwiha daxwaza berdana endamên xwe dikin.

    Rêveberê Amnestyê John Dalhuisen derbarê çalakvanên mafên mirovan yên ku di 4ê Tîrmehê de li Stenbolê hatibûn girtin daxuyanî da û got: "Şûna ku rayedarên Tirkiyeyê dawî li vê lêpirsîna bêbingeh bînin, asta bêhişîtiyê bilind dikin."

    John Dalhuisen da xuyakirin, şûna ku yên berê hatine girtin, serbest bên berdan, yên hatine berdan jî tên girtin û wiha pê de çû: "Rayedarên Tirkiyeyê ji hiş û rastiyê dûr tevdigerin.

    Li Stenbolê Rêvbera Amnesty Internationalê jî di nav de 10 parêzvanên mafên mirovan hatibûn binçavkirin û piştî lêpirsîna 13 rojan 6 kes hatibûn girtin. Duh jî 4 kesên ku hatibûn berdan dîsa hatin girtin.

    Bi heman mijarî:

    Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê: Îran meha Mijdarê 13 kurd bi dar vekirin
    Buroya Mafê Mirovan a Cizîrê bang li civaka navneteweyî kir
    ITUC: Li Tirkiye mafê mirovan û demokrasî dimehite!
    Parêzvanên mafên mirovan ji bo girtinê şandin ber dadgehê
    Dadgeha Mafên Mirovan ji bo mexdûrên KHKyên Tirkiyê rê nîşan da
    Etîketan:
    rayedar, bêhiş, Amnesty Internationalê, John Dalhuisen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de