12:40 25 Îlon 2017
Zindî
    Qezaya trafîkê

    Li Hindistanê otobusa rêwiyan qulibî: 25 mirî û 9 birîndar

    © REUTERS/ Sam Mircovich
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 40 0 0

    Li Hindistanê otobusa rêwiyan qulibî, li gorî amareyên destpêkê di bûyera qezayê de 25 rêwî mirin û 9 jî birîndar bûn.

    Li eyaleta Himaçal Pradeş ku dikeve bakurê Hindistanê otobusa rêwiyan qulibî, li gorî amareyên destpêkê 25 rêwiyan jiyana xwe ji dest da û 9 jî bi giranî birîndar bûn.

    Berpirsê Midûriyeta Ewlehî yê eyaleta Himaçal Pradeşê Sunil Kumar di axaftina xwe de got: "Li eyaletê ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn otobusa rêwiyan berkendal bû. Di bûyerê de li gorî zanyariyên destpêkê 25 kesî jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî bi giranî birîndar bûn."

    Hêjayî gotinê ye ku li Hindistanê her sal zêdetirî 100 hezar însan di bûyerên trafîkê yên çûn û hatinê de jiyana xwe ji dest didin.

    Bi heman mijarî:

    Li Hindistanê ji ber brûskê 31 kes can dan
    Li sînorê Pakistan û Hindistanê şer: Kuştî û birîndar hene
    Li Hindistanê ji ber germê 167 kesî jiyana xwe ji dest da
    Li Hindistanê misilmanên ku çêlek dizîn hatin kuştin
    Li Hindistanê qezaya trênê: 36 mirî, 100 birîndar
    Etîketan:
    Li Hindistanê qezaya trafîkê, Berpirsê Midûriyeta Ewlehî yê eyaleta Himaçal Pradeşê, Sunil Kumar, Himaçal Pradeş, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de