21:40 25 Îlon 2017
Zindî
    Afganistan

    Polîs û milîtanên çekdar bi hev ketin: 22 kuştî û 30 birîndar

    CC BY 2.0 / The U.S. Army / Returning to base
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 177 0 0

    Li bakurê Afganistanê di şerê navbera hêzên ewlehî û milîtanên Talîbanê de 6 polîs û 16 endamên rêxistinê hatin kuştin.

    Li bakurê Afganistanê di navbera hêzên ewlehî û milîtanên rêxistina Talîbanê de şerekî dijwar derket. Berdevkê Midûriyeta Ewlehî yê Baglanê Zabihullah Şuca di daxuyaniya xwe de got: "Milîtanên Talîbanê di êrişa hemdemî ya li dijî noqteyên polîs û leşkerên artêşê de şerekî dijwar rû da."

    Zabihullah Şuca di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di pevçûna dijwar de 6 polîs û 16 milîtanên Talîbanê hatin kuştin, 3 polîs û 27 milîtan jî birîndar bûn. Piştî çûna hêzên piştgir endamên rêxistinê reviyan û niha pevçûn li derveyê bajêr dewam dike."

    DU QEREQOL HATIN RÛXANDIN

    Ji aliyê din ve berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahit jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên me kontrola du qereqolan bi dest xistin û di pevçûnan de jî 10 leşkerên artêşê hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Talîban êrişî qereqolekê kir: 16 polêsî jiyana xwe ji dest da
    Talîban û DAIŞê li dijî hev şer îlan kirin
    Afxanistan: Bajarê Kûndûzê ji Talîban hate paqijkirin
    Talîban li Afxanîstanê êrişî cerdevanan kir: 27 kes mirin
    Talîban li pey kuştina polês û leşkerên Afxanan e
    Îran: 'Em destekê nadin Talîban'
    Etîketan:
    Li Afganistanê şerê dijwar, Zabihullah Mucahit, Zabihullah Şuca, Baglan, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de