01:05 19 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerê Filipînê

    Bi çekan êrişî parêzvanên serokomar kirin: 1 kuştî û 6 birîndar

    © REUTERS/ Romeo Ranoco
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 85 0 0

    Grûbeke çekdar a Partiya Komunîsta Filipînê êrişî parêzvanên Serokomarê Filipînê Rodrîgo Duterte kirin. Di êrişê de 5 parêzvênên Duterte birîndar bûn û êrişkarek jî hat kuştin.

    Protestoyên Venezuelayê
    © REUTERS/ Carlos Garcia Rawlins
    Berdevkê parêzvanên serokomarê dewletê (PSG) Mike Aquino di axaftina xwe ya derbarê bûyerê de got: "Li girava Mindanaoya herêma Cotabatoyê 50 kesên ku cilên leşkerî li xwe kiribûn êrişî du wesayîtên parêzvanên Serokê Dewleta Filipînê kirin. Di bûyerê de 5 parêzvanên PSGê birîndar bûn, êrişkarek hat kuştin û yek jî birîndar bû."

    Li gorî çavkaniyên ewlehî di dema bûyerê de Serokomarê Filipînê Duterte ne li herêma bûyerê bûye.

    Her wiha li gorî hêzên ewlehî li pişt êrişa parêzvanên Duterte baskê leşkerî yê Partiya Komunist a Filipînê Artêşa Gel a Nû (NPA) heye.

    Aquino di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev çalekiya ku xwestin têxin stûyê leşkeran em dizanin yek ji rêbazên NPAyê ye. Wesayîta duyemîn piştî ku ferq kir ne leşker in gule berdane wan."

    Bi heman mijarî:

    Duterte li başûrê Filipînê rewşa awarte îlan kir
    Li Filipînê bi dijwariya 6.5 erdhej: 15 mirî û 90 birîndar
    Li Filipînê bi dijwariya 7.3 erdhej
    Li Filipînê li dijî girtîgehê êriş: 130 girtî reviyan
    Keştiyên şer ên rûsî ji bo tetbîqatê li Filipînê ne
    Etîketan:
    NPAyê êrişî parêzvanên Duterte kirin, Berdevkê parêzvanên serokê dewletê (PSG), Mike Aquino, Cotabato, Filipîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de