20:02 25 Îlon 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Federasyona Kurdên Kazakistanê: Em piştgiriya referanduma serxwebûnê dikin

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7610

    Serokê Federasyona Kurdên Kazaxistanê û Serokê Şanda Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê Dr. Kînyazê Îbrahîm Mîrzoyêf ragihand ku em hemû piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin.

    Dr. Kînyazê Îbrahîm Mîrzoyêf di axaftina xwe ya malpera KDP.infoyê de got: "Erkê ser milê her kurdekî ye ku bi hemû awayî piştgiriyê bide referandûma Herêma Kurdistanê, ji ber ku serxwebûna başûr ya hemû kurdan e.

    Mîrzoyêf di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li Sovyeta Berê nêzîkî 300 hezar kurd hene û em bi nûneratiya wan beriya niha jî serdana Kurdistanê kiriye û em ligel Serok Barzanî civiyane û me hemû daxwazên xwe gihandine wî. Me jê re gotiye ku em bi hemû awayekî piştgiriyê li referanduma Kurdistanê ya ji bo serxwebûnê dikin ji ber ku serxwebûn xewna bav û kalê me bûye û niha jî hêviya heta bi zarokê me ye."

    Dr. Kînyazê Îbrahîm di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em naxwazin ti kes bêje em li dijî dewleta Kurdistanê ne, ji ber ku referandum û serxwebûn mafekî rewa yê gelê kurd e û yê ku li dijî wî mafê kurdan be hestê me birîndar dike. Erkê ser milê her kurdekî ye ku bi hemû awayekî piştgiriyê bide referanduma Herêma Kurdistanê, ji ber ku serxwebûn a hemû kurdan e."

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Derve ya Kazakistanê: Hevdîtinên Astanayê hat paşxistin
    YPGê navê fermandarekî xwe yê ji Kazakistanê eşkere kir
    Karbidestiyên serokê Kazakistanê hatin sînordarkirin
    Kazakistanê kesên ji bo civîna Astanayê hatine vexwendin aşkere kir
    Li Kazakistanê avahî hilweşiya: 9 mirî
    Etîketan:
    Serokê Federasyona Kazakistanê, Kînyazê Îbrahîm Mîrzoyêf, Kurdistan, Kazakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de