05:36 25 Îlon 2017
Zindî
    Qezaya trafîkê

    Otobusa heciyan qulibî: 16 mirî û 27 birîndar

    © REUTERS/ Sam Mircovich
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 50 0 0

    Li Cammu Keşmîra Hindistanê otobusa heciyan qulibî, di qezayê de 16 hecî canê xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

    Berpirsê Midûriyeta Ewlehî yê Cammu Keşmîrê S.P. Vaid di daxuyaniya xwe ya çapemenî de got: "Otobusa heciyên hindî ku li Himalayalarê serdana tirbeyekê dikirin ji rê derket û paşî qulibî."

    Li gorî daxuyaniya berpirsê ewlehî yê hindî di encama qezeya otobusa heciyên hindî de 16 kesî canê xwe ji dest da, 19 jê giran 27 kes jî birîndar bû. Lêpirsîna bûyera qezayê didome.

    Li Hindistanê ji ber rêyên nedirust û wesayîtên kevn gelek bûyerên qezayê diqewimin û li gorî daneyên fermî salê derdora 100 hezar kesî di bûyerên qezayên trafîkê de canê xwe ji dest didin.

    Bi heman mijarî:

    Hindistan û Pakistan dibin endamên RHŞyê
    Hindistan piştgiriya Kurdistanê dike
    Hindistan, moşeka ku bi Rûsyayê re çêkiribû ceriband
    Krîza Keşmîrê aloziya navbera Hindistan û Pakîstanê zêde dike
    Izvestiya: "Hindistan dixwaze ji Rûsyayê moşekên kruz bistîne"
    Etîketan:
    Li Hindistanê qezaya trafîkê, Berpirsê Midûriyeta Ewlehî yê Cammu Keşmîrê, S.P. Vaid, Keşmir, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de