09:07 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Qetar

    Gelo Îran çekan ji Qetarê re dişîne?

    © REUTERS/ Thomas White
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Piştî ku welatên kendavê mueyîde danîn Qetarê Îran kete dewrê û bi sewkiyatên xwe yên zadî ji bo Dohayê derkete pêş çavan. Li gorî hinek çavdêran Îran piştgiriya çekan jî dide Qetarê.

    Li gorî pêşbiniyan ku têne zanîn Îran çekên sivik ên wek cebilxane, topê hawanan û pergalên roketavêjên pirbilûle îxracî hinek welatên cihanê dike. Lê heke Doha van çekan ji Îranê wergire jî tu şensê wê li hemberî Erebîstana Siûdî derkeve tuneye.

    Pisporê siyasî yê rûsî Vladimîr Sajîn di axaftina xwe ya Spûtnîkê ev mijar nirxand û got: "Îran beşik piştgirî da Qetarê. Dema ku Emîrê Qetarê Şêx Temil El Sanî bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re xeberda Îranê jê re got ‘em te tenê nahêlin'. Lê digel alÎkariya Îranê jî Qetar nikare bi Erebîstana Siûdî re têkeve nava pevçûnekê."

    ‘ARTÊŞA SIÛDÎ DI SEFERBERIYÊ DE DIKARE 6 MILYONAN AMADE BIKE'

    Vladimîr Sajîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hemû hêza çekdar a Qetarê ji 12 hezar û 500 leşkerî pêk tê, bi yên seferberiyê jî hemû dike 324 hezar kes. Lê Erebîstana Siûdî di axaftina xwe de îdîa kir ku di dema seferberiyê de ew dikarin 5 milyon û 900 hezar leşker amade bikin."

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Berbirsiyarên teqînên Lazkiye û Tartûsê Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetar e
    Tirkiye leşkerên nû şandin baregeha xwe ya li Qetarê
    Qetarê bersiva şertên welatên kendavê da
    Ji Qetarê daxuyaniyeke tund: Em ê parastina xwe bikin
    Leşkerên Tirkiyeyê ku wê herin Qetarê îro dikevin rê
    Etîketan:
    Serokomarê Îranê, Emîrê Qetarê, Hesen Rûhanî, Şêx Temil El Sanî, Vladimîr Sajîn, Erabîstana Siûdî, Qetar
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de