08:43 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê têkoşîna li dijî DAIŞê Brett McGurk

    Brett McGurk: Cîhan bi salane ku şerekî wiha nedîtiye

    © REUTERS/ Muhammad Hamed
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8110

    Nûnerên 30 welatên endamên koalîsyonê ku Amerîka pêşengiya wê dike, di civîna koalîsyonê ya heftane de hatin cem hev. Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê Brett McGurk operasyonên li dijî DAIŞê yên li Iraqê û Sûriyeyê nirxand û di derbarê şerê li Mûsilê de got: "Cîhan bi salane ku şerekî wiha nedîtiye."

    Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê Brett McGurk di civînê de axivî û got: "Cîhan bi salane ku şerekî wiha nedîtiye (Şerê Mûsilê). Li her derê Mûsila kevn terorîst hebûn, li her dere nîşangirê wan hebûn. Nexweşxaneyan, cihên jiyana wêran kirin. Ji berk u hikûmetekî ku giştiyê welêt birêve nabe, dê civaka navneteweyî bo avakirina Sûriyeyê piitgirî nede."

    ÇAD, NÎJER Û CÎBÛTÎ JÎ BEŞDARÎ KOALÎSYONÊ BÛN

    McGurk destnîşan kir ku ji bilî bi dawîkirina şerê li Sûriyeyê bo pirsgirekên navxweyî jî têdikoşin, herwiha welatên Çad, Nîjer û Cîbûtî jî beşdarî hêzên koalisyona navdewletî bûn.

    Bi heman mijarî:

    Koalîsyon: Serkeftina Mûsilê DAIŞê xelas nake, şerekî girantir li ber me ye
    ‘Koalîsyon li Reqayê fosfora spî bikar tîne, sivîl dimirin’
    Kosaçev: Dibe koalîsyon li Sûrîyê provokasyonan bidomîne
    Koalîsyon: Em kuştina Bexdadî nikarin piştrast bikin
    Sûriye bang li NYyê kir: Bila koalîsyon êdî li bendavên li ser Firatê nede
    Etîketan:
    koalîsyon, şer, DAIŞ, Brett McGurk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de