08:19 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Ava paqij

    Zêdetirî 2 milyar însan ji vexwarina ava paqij mahrum in

    © AP Photo/ Darko Vojinovic
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Li gorî raporta Neteweyên Yekbûyî li seranserê cihanê di mala 2 milyar û 100 milyon însanî de ava paqij a vexwarinê tuneye û 4 milyar însan jî ji xizmetên paqijiya sihhetê dûr in.

    Raporta Neteweyên Yekbûyî derxist holê ku li seranserê cihanê di mala 2 milyar û 100 milyon însanî de ava paqij tuneye û 4,5 milyar însan jî nikarin xwe bigihînin xizmetên paqijiya sihhetê.

    Rêxistina Tenduristiya Cîhanî û UNICEFê raportek bi navê "Ava vexwarinê, sanîtasyon û pêşdeçûnên di warê paqijiyê de 2017" ku bi hev re amade kiribûn parve kirin. Li gorî raportê li seranserê cihanê di mala 2 milyar û 100 milyon însanî de ava paqij a vexwarinê tuneye. Yanî ji 100 kesî 30 kes bêav in.

    Di berdewamiya raportê de tê gotin ku 4,5 milyar însan jî xizmetên paqijiyê û sihhetê bêpar in. Ev jî ji her 100 însanî 60 kes dike. Raportê bal kişand ser wê yekê ku li gelek mal, dibistan û saziyên tenduristiyê jî sabûna destşûştinê tuneye.

    Bi heman mijarî:

    Pirsa ji serokên a cihanê: ‘Em dikarin wêneyekî bi hev re bigirin'
    ‘Iraqa yekparçe ji bo cihanê tehdîd e'
    Ûkrayna di bêrêtiyê de li cihanê yekemîn e
    Mufîd Yuksel: Amerîka bi êrişa Sûriyeyê xwest hêza xwe nîşanî cihanê bide
    Bajarên herî xweş ên li Cihanê
    Etîketan:
    UNICEF, Rêxistina Tenduristiya Cîhanî, Peydekirina ava paqij, Cihan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de