17:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Parlamenterên swêdî giliyê Erdogan kirin: Dibe biryara desteserkirinê bê dayîn

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11650

    Parlamenterên Swêdî di derbarê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de, ji ber qirkirinê, sûçên li dijî mirovahiyê û sûcên şer kiriye, gilî kirin.

    Li gorî nûçeya Independent, 5 parlamenterên swêdî û bi dozgerekî swêdî re, di derbarê Erdogan de ji ber rola wî, şerên di navberê hêzên kurd û hêzên tirkan ji sala 2015an vir ve ku dest pê kiriye heye, gilî kirin.

    LI SWÊDÊ CARA EWIL

    Herwiha li Swêdê cara ewil ku di derbarê serokê dewletekî de gilî hat kirin.

    Ji aliye din ve hate diyarkirin ku di derbarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim û hin wezîran de jî, gilî hatiye kirin.

    ​Hate ragihandin ku eger gilîkirin were şopandin, dibe di derbarê Erdogan de biryara desteserkirinê bê dayîn.

    Li gorî qanûna ku sala 2014an li Swêdê hatiye pejirandin, destûrê heye ku dozên li dijî mirovatiyê li dadgehên welatî bên vekirin ew tawan li kû pêk hatibe jî ne giring e.

    Di mekeqanûnê de, "Kesekî, eger netewek an jî komeke etnîkî, temamî an jî hinek ji wan tüne bike, sûcê qirkirinê tê hesibandin."

    Dozgerên Swêdê piştî gilîkirinê, biyara gelo lêpirsîn were destpêkirin an ne didin.

    Eger lêpirsîn were destpêkirin, dibe Erdogan li Swêde, bi biryara desteserkirinê re rûbirû bimîne.

    Bi heman mijarî:

    Hevserokê HDPê Demirtaş bi nameyekê bersiv da Serokomar Erdogan
    Erdogan hevdîtinek surprîz bi Trump re pêk anî
    Pûtîn û Erdogan li hev civiyan
    Ji Erdogan nirxandinek balkêş: Me eleqedar nake
    Erdogan ji bo referandumê got: Kurd wê poşman bibin
    Erdogan pirsa ‘hûn herî zêde bi Pûtîn an jî bi Trump bawer in' bersivand
    Etîketan:
    biyar, gilî, desteserkirin, Binali Yildirim, Recep Tayyip Erdogan, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de