23:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    penaber

    710 milyon însan dixwazin koçî welatekî din bikin

    © AP Photo/ Khalid Mohammed)
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Li gorî raporta Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî (IOM) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) 710 milyon însan dixwaze koçî welatekî din bike.

    Anketa Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî ku bi şirketa Gallupê li 160 welatî dabûn encamdan eşkere bûn. Li gorî raporta şirketa anketor 710 milyon însan dixwazin koçberî welatekî din bikin û 23 milyon însan jî ji bo vê koçberiyê amadehiyê dikin.

    HERÎ ZÊDE DIXWAZIN HERIN AMERÎKAYÊ

    Şirketa anketor di raporta xwe de ragihand ku li gorî encamên lêkolînê 710 milyon însan bi awayê mayînde dixwazin koçberî welatekî din bikin, 66 milyon plan dikin ku di nava salekê de koç bikin û 23 milyon jî ji bo di nava salekê de koç bikin amadehiyan dikin.

    Li gorî raportê welatiyên ku herî zêde dixwazin herin Amerîka, Îngîltere, Erebîstana Siûdî, Fransa, Kanada, Almanya û Efrîqeya Başûr bi dorê nîjerî, hindî, sudanî, bangladeşî, çînî û welatiyên Komara Kongo ya Demoratîk in.

    Bi heman mijarî:

    IOM: Bota ku 126 koçber têde bûn binav bû
    Li Hewlêrê koçber ji xwarina fitarê jehrî bûn
    Di wargeha ku koçber lê diman de şewat derket
    IOM: Koçber li Libyayê wekî koleyan tên firotin
    'Di 10 rojan de, 10 hezar kes ji rojavayê Mûsilê koçber bûne'
    Etîketan:
    Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî (IOM), Penaber, NY, Amerîka, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de