00:51 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Brûsk

    Di encama lêdana brûskê de şivanek û hezar û 500 pez mirin

    © AFP 2017/ MASROOR GILANI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 51 0 0

    Hate raihandin ku li parêzgeha Kostanayê di encama lêdana brûskê de şivanek can da û hezar û 500 pez jî telef bûn.

    Li gorî zanyariyên Sputnikê wergertin, bûyer 7ê Temuzê li herêma Jangeldîn qewimiye. Sekretera Çapemniyê ya Wezreta Navxweyî ya parêzgeha Kostanayê Îrîna Bêjênar diyar kir ku di encama lêdana brûskê agirekî mezin li deştê destpêkiriye û di vî agirî de şivan û hezar û 500 pez mirine.

    Li gorî zanyariyên Sputnikê ku zanyariyên xwe dispêre dozgeriyê bermahiyên bi jehr di şewatê de bune sedema mirina şivan û pezan. Ev ne buyera ewil li deştên Kazakistanê îsal pêkatiye.

    Roja 3ê Temuzê li wîlayeta Akmolayê brûskê dîsa li şivanê kû li hespê xwe siwar bû xistibû. Roja 16ê Hezîranê li Wîlayeta Cambulê di encama lêdana brûskê de 3 kes di nav de zarokekî 12 salî jiyana xwe ji dest dabûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Hindistanê ji ber brûskê 31 kes can dan
    Li Rojava ji ber brûskê kesekî jiyana xwe ji dest da
    Li Colemêrgê 4 leşker ji ketina brûskê birîndar bûn
    Li Sêrtê brûskê li leşkeran xist: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
    Li Amedê brûsk ket: 1 mirî û 6 birîndar
    Etîketan:
    pez, şivan, brûsk, Sputnik, Kazakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de