00:50 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Çekdarên FARCê

    Ji bo 3 hezar û 252 milîtanî biryara efûyê

    © AFP 2017/ LUIS ACOSTA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos biryarnameya efûya 3 hezar û 252 milîtanên Hêza Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) îmze kir.

    Serokatiya Dewleta Kolombiyayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku ev biryara Juan Manuel Santos îmze kiriye tenê ji bo milîtanên ku li kampên çekdayînê kombûne derbas dibe, milîtanên girtî yên FARCê li derveyê vê çarçoveyê ne.

    Herwiha Neteweyên Yekbûyî (NY) jî biryara efû ya Kolombiyayê serrast kir û di daxuyaniya xwe de ragihand ku heta niha statuya qanûnî ya 7 hezar û 400 milîtanên FARCê hatiye çareserkirin.

    Piştî ku rêxistina FARCê nêzîkî 50 salî li hemberî artêşa Kolombiyayê şer kir çekên xwe yên herî dawî di 27ê Hezîranê de bi merasîmekê di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de teslîm kiribûn Di merasîmê de Serokê Kolombiyayê Santos, Şefê Mîsyona NY yê Kolombiyayê Jean Arnault û Serokê FARCê Rodrigo Londono jî amade bûn.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Venezuelayê Maduro Kolombiya tehdîd kir
    Kolombiya peymana nû ya aştiyê erê kir
    Kolombiya û FARC ji lîsteya namzetî ya Xelata Aştî ya Nobelê hatin derxistin
    Hikumeta Kolombiya û FARC ber bi aştiyê ve diçin
    Etîketan:
    Hêzên Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC), Serokê Dewleta Kolombiyayê, Rodrigo Londono, Juan Manuel Santos, Kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de