19:25 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Antonio Guterres

    Neteweyên Yekbûyî piştgirî da agirbesta li Sûriyeyê

    © REUTERS/ Faysal Omar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di daxuyaniya xwe de ragihand ku ez ji peymana agirbesta li Sûriyeyê ya navbera Amerîka, Rûsya û Urdinê gelek kêfxweş bûm.

    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku ez ji peymana agirbesta li bakur rojavayê Sûriyeyê ya navbera Amerîka, Rûsya û Urdinê gelek kêfxweş bûm û memnûnbûna xwe diyar dikim.

    Antonoi Guterres di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî jî ji bo agirbestê çend biryar dabûn. Ev agirbesta li bakur rojavayê Sûriyeyê ji bo armanca kêmkirina şîdet û veguhestina însanî ya wî welatî ye. Biryara agirbestê gaveke pir girîng."

    Guterres di dirêjiya axaftina xwe de ragihand ku hemû welatên cihanê ji bo parastin, ewlehî û heta şertên vegereke bi rûmet werin sazkirin divê xwedîtiyê li penaberên sûriyeyî bikin û mafê wan biparêzin. Konseya Ewlehî ya NY li gorî biryara 2254ê dîsa muzakereyên çareseriya siyasî ya aliyên Sûriyeyê da destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Guterres Akinci û Anastasîadîs vexwende New Yorkê
    Barzanî li ser referandûma serxwebûnê Guterres agahdar kir
    Sekreterê Giştî yê NY Guterres gihîşt Herêma Kurdistanê
    'Sekreterê NYyê Guterres serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike'
    Guterres: Divê bersiva vê comerdiya Tirkiyê hebe
    Etîketan:
    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Antonio Guterres, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de