09:44 24 Îlon 2017
Zindî
    Amerîka - Rûsya / Pûtîn - Trump

    ‘Hewldanên astengkirina hevdîtina Pûtîn-Trump bi serneket'

    © REUTERS/ Carlos Barria
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Pisporê Yekîtiya Sovyetan û Zanîngeha Mexicoyê Prof. Ana Teresa Gutierrez del Cid ragihand ku encama sereke ya hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump, têkçûyîna hewldanên astenkirina hevdîtinê ye.

    Gutierrez del Cid ji Sputnikê re axivî û got: "Bivê yekê hewldanên astengkirinê ango reşkirinê yên hevdîtinê, bi zelalî têkçûye. Di nav wan hêzan de kesên ku îdia dikin Rûsyayê mudexaleyê hilbijartina Serokatiya Amerîkayê kiriye û ku tu delîlên wan tine ne jî hene."

    Pispora meksîkî eşkere kir ku li ser lihevkirina agirbesta li Sûriyeyê bo aştiya li welêt gaveke gelek girîng e û wiha pê de çû: "Ev 7 sala ji bo rawestandina şerê li Sûriyeyê hewldanên cuda hatin dayîn, lê heta îro encam nehatin bidestxistin. Bivê yekê cudahiya di navbera Moskow û Washingtonê ji aliyê herkesi ve hat qebûlkirin."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan li hev civiyan
    Melania dema hevdîtina Trump-Pûtîn aciz bû û ket jûra hevdîtinê
    Rûsya û DYAyê li hev kir: Agirbesta Sûriyê 9ê Tîrmehê destpê dike
    Ji Amerîkayê daxuyanîya Efrînê bo Tirkiyê: Mafê we heye, lê pêşî Reqa
    Serokên G20an belavoka 'têkoşîna dijî terorê' weşandin
    Etîketan:
    asteng, hevdîtin, Sputnik, Ana Teresa Gutierrez del Cid, Donald Trump
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de