01:22 26 Îlon 2017
Zindî
    Wêneyê Malbatî yê G20an

    Serokên G20an belavoka 'têkoşîna dijî terorê' weşandin

    © AFP 2017/ Odd ANDERSEN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2520

    Di belavoka ‘têkoşîna dijî terorê’ ya ku li dawiya Lutkeya G20an a li bajarê Hamburg a Almanyayê hat weşandin de, serokên welatên G20an êrîşên terorê yên seranserê dinyayê bi tundî şermezar kirin û peyama hevkarîya dijî terorê dan.

    Di belavoka têkoşîna dijî terorê ya G20an de, bi nêrîna hevbeşîya hemû endaman 21 xalên ji bo têkoşîna bibandor a dijî terorê hatin ragihandin.

    LI DIJÎ TERORÊ DI HEMÛ WARAN DE SOZA TÊKOŞÎNÊ

    Di belavokê de, bi giştî babetên pêkanîna teahudên navnetewî yên bo têkoşîna dijî terorê, pêşxistina hevkarîyê, têkoşîna diji fînansmana terorê, hewildanên dijî tundrewiya terorîzmê û têkoşîna dijî bikaranîna înternetê ji aliyê terorê ve cî girtin.

    'ÇALAKÎYÊN HOVANE HIŞT KU BIRYARDARIYA ME XURT BIBE'

    Serokên G20an herwiha êrîşên li seranserê dinyayê yên terorîstî bi tundî şermezar kirin û di belavokê de hat gotin: "Van çalakîyên hovane hişt ku biryardariya me ya ji bo parastina hemwelatiyan, zêdekirina ewlekarîyê û hevkarîya me ya di vî warî de xurt bibe. Terorîzm felaketeke kurewî ye ku divê şer bo wê were kirin û divê cihên biewle yên terorê li her deverê dinyayê ji holê bên rakirin."

    'DIVÊ TÊKOŞÎN LI GOR RÊZIK Û HÎQÛQA NAVNETEWÎ BE'

    Herwiha di belavokê de hat diyarkirin ku pêwîst e têkoşîna dijî terorê li gor rêzik û danezana Neteweyên Yekbûyî (NY) a hiqûqa navnetewî were pêkanîn.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Amerîkayê daxuyanîya Efrînê bo Tirkiyê: Mafê we heye, lê pêşî Reqa
    Berdevkê NYyê: NY ne li dijî encama referandûma Kurdistanê ye
    Li Dîlokê teqîn: 8 kes rakirin nexweşxanê
    Dr. Mukarem Talabanî: Ji bo referandûmê pêwîstî bi yasayan û parlamentoyê nîne
    Bi dehan hacker ketin nav îstgeha ‘Volf-Krîk’ a Amerîkî
    Civaknasan li ser seroktiya malbatên Rûsyayê lêkolînek pêk anî
    Etîketan:
    G20, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de