20:29 24 Gulan 2018
    DAIŞ

    Duterte: Ez ê DAIŞiyan bi zindî bixwim

    © AFP 2018 / File
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Milîtanên grûbeke girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞê 2 deryavanên filipînî û 4 vîetnamî revandibûn û ji bo serbestberdana wan dawxaza pereyan kiribûn, lê Filipînê qebûl nekiribû û milîtanan jî ew kuştibûn.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokê Filîpînê Rodrîgo Duterte li ser kuştina wan deryavanên Filipîn û vîetnamî got: "Heke milîtanên rêxistina terorîsy a DAIŞê bi zindî bikevin dest, ez ê dil û hinavên wan bi sîrkê bixwim."

    Milîtanên rêxistina Ebu Seyaf a girêdayî DAIŞê di roja 6ê Tîrmeha 2017an de li herêma Mandînawê ya Filipînê dîlên di destê xwe de bi îşkenceyê kuştibûn. Duterte di dema pêşkeşkirina gotarekê de wêneyên milîtanên DAIŞê li ser telefona xwe nîşan da û got: "Em rê nadin ew çoka me bidin erdê." Duterte ferman da artêşa welatê xwe da ku li başûrê Filipînê li hemberî DAIŞê operasyonê bike.

    Rêxistina Ebû Seyaf li başûrê Filipînê di sedsala derbasbûyî de bi piştgiriya rêxistina El-Qaîde hate avakirin. Çend grûbeke îslamî yên tundrew di nav vê rêxistinê de ne. Vê rêxistinê beriya demekê bîat bi DAIŞê re kir û demek berê bajarê Marawî dagir kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    HSDê taxên rojava dorpêç kirin, DAIŞ jî êrişî noqteyên kontrolê dike
    Çavderîya Sûrîyê: DAIŞ bi tevahî ji Helebê vekişîya
    Melayê Mizgefta ‘Xîlafeta DAIŞê’: Ji ber zilmê DAIŞ ket Mûsilê
    DAIŞ ‘pasaportên cinetê’ dide
    DAIŞ: Heta hiqûqa şerîatê li Îranê neyê sazkirin dê êrişên me dewam bike
    Etîketan:
    El Qaîde, DAIŞ, Rêxistina Ebu Seyaf, Serokê Dewleta Filipînê, Rodrîgo Duterte, Filipîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de