10:54 26 Gulan 2018
Qetar - Doha

Qetar: Em pir dewlemend in, tehdîd bandorê li me nake

© REUTERS / Fadi Al-Assaad
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Wezîrê Darayî yê Qetarê Elî Şerîf el Emadî di hevpeyvîna xwe ya rojnameya ÎngîlÎz Timesê de ragihand ku bi şêweyê em neyên tehdîdkirin dewlemend in.

Erebîstana Siûdî, Misir, Bahreyn û Îmarata Erebî bi tohmeta ku piştgiriya terorîzmê dike ambargo danîne ser Qetarê.

Li gorî nûçeya BBC Tirkî Wezîrê Darayî yê Qetarê Elî Şerîf el Emadî di hevpeyvîna xwe ya rojnameya ÎngîlÎz Timesê de got: “Fon û rezervên me yên darayî pir bi hêz in. Rezervên me yên Bankeya Navendî ya Qetarê hene. Rezervên stratejîk ên Wezareta Darayî hene. Bingeha ekonomîk a Qetarê ji ya welatên ku ambargo danîne ser me zurttir e.”

‘WELATÊ KU HERÎ ZÊDE MEZIN DIBE QETAR E’

El Emadî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Pirsgirêkên cidî yên ekonomîk ên van welatan hene. Wekî mînak krediya Bahreyn û Misrê di asta zibil de ye. Dema mirov li Erebîstana Siûdî temaşe dike ew jî di nava pirsgirêkên ekonomîk de ye. Li herêmê welatê ku herî zêde mezin dibe Qetar e. Li welatê kendabê yê herî nêzîkî me Îmarata Erebî ye û em ji sedî 40 ji wan jî bileztir mezin dibin.”

Bi heman mijarî:

Muslim: Ji ber tifaqa Îran, Qetar û Tirkiyeyê gelek xortên kurd hatine kuştin
Qetar ji Amerîkayê bi 12 milyar dolarî balafirên şer standin
Qetar: Em xwe teslîmî ti kesî nakin û dev ji siyaseta xwe jî bernadin
Qetar û Tirkiye çi pêşniyar li Esma Esad kirin?
Qetar ji Amerîkayê bi bihayê 21 mîlyar dolarî balafir distîne
Etîketan:
Wezîrê Darayî yê Qetarê, Elî Şerîf el Emadî, Doha, Qetar
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de