14:51 26 Gulan 2018
Preparations for G20 summit in Hamburg

Zîrweya serokê welatên G20ê îro li Hamburgê dest pê dike

© Sputnik / Alex Panzicov
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Zîrweya G20 bi beşdariya serok û serokên hikûmetên Efrîqaya Başûr, Çîn, Kanada, Avustralya, Norwec, Amerîka, Koreya Başûr, Japonya, Senegal, Vîetnam, Spanya, Hindistan, Rûsya, Endonezya û Îngîltereyê li Hamburgê dicivin.

Zîrweya serokê welatê G20ê dê îro li Hamburga Almanyayê birêve biçe û wê 2 rojan bidome. Berî zîrweyê li bajêr tevdîrên berfireh ên ewlehiyê hatin girtin. Gelek kolanên li bajêr ji trafîkê re hatin girtin, li hin noqteyan jî di çûnûhatinên civakî de astengî çêdibin.

Helîkopterên polîsan jî ji esman ve piştgiriyê didin hêzên ewlehiyê. Li gor agahiyan dibe ku li derdora zîrweyê protesto çêbibin û hin bûyer biqewimin. Polîsê Hamburgê di daxuyaniyeke xwe de eşkere kir ku hin kesên nenas erişî navenda firotina erebeyan kir û 10 wesayit şewitandin.

Serokê welatên G20ê di civînê de wê "tekoşîna dijterorê", "mezinbûna kureyî û bazirganî", "geşedana mayinde, avhewa û enerjî", "hevkariya bi Efrîqayê re, koçberî û tenduristî" û "dijitalbûn, bihêzkirina jinan û îstixdam" werin axaftin.

Bi heman mijarî:

Bi hejmarê G20
Pûtîn: "G20 ne cihê nîqaşa krîza Sûriyeyê ye"
Dijberên G20ê xwe ji protestoyan re amade dikin: Bixêr hatin dojehê
Ûşakov: Dibe Pûtîn û Trump di lûtkeya G20ê de hevdîtin pêk bînin
Wezîrên Derve yên G20ê îro li Bonnê dicivin
Etîketan:
Zîrweya G20ê, Hamburg, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de