20:00 22 Îlon 2017
Zindî
    Patrîot

    Polonya û Amerîka ji bo pergala parastina moşekên Patrîotê peyman îmze kir

    © AFP 2017/ BERND WUSTNECK
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Li gorî daxuyaniya Polonyayê, Amerîka qayilbûye pergala parastina moşekên Patrîot bifroşe Polonyayê û herdu welat duhî ji bo vê peyman îmze kirin.

    Wezîrê Parastin ê Polonyayê Antoni Macierewicz di axaftina xwe ya televîzyonê de got: "Şevê din hikûmeta Polonyayê bi ya Amerîkayê re ji bo firotina pergala parastina moşekên Patrîot peyman îmze kirin. Ez kêfxweş im ku vê daxuyaniyê di roja serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump a Polonyayê de eşkere dikim."

    Antoni Macierewicz di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo standina pergalê derdora 30 milyar zloti (7.5 milyar dolar) em ê xerc bikin û sewkiyata pêşî ya moşekan wê di sala 2022an de pêk were."

    Serokê Amerîkayê Donald îro serdana Polonyayê dike û ji wir jî ji bo Zîrweya G20ê ya 7 û 8ê Tîrmehê wê derbasî bajarê Hamburga Almanyayê bibe.

    Hikûmeta Polonyayê di meha adarê de ragihand bû ku wê ji şirketa Raytheona amerîkî buhayê 7.6 milyar dolar 8 pergalên parastina moşekên Patrîot bistînin û hetanî dawiya sala 2017an wê peymanê îmze bikin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, maweyê mueyîdeyên Amerîka û welatên ewropî dirêj kir
    Şêwirmendê Trump: ‘Amerîka wê encama referadûma Kurdistanê qebûl bike’
    Amerîka hejmara baregehên leşkerî yên li herêmên HSDê zêdetir dike
    ‘Amerîka Tirkiyeyê tehdîd dike'
    Ji Amerîka helwesta referandûmê: Dema Iraq aram bû Kurd û Iraq dikarin biryarê bidin
    Etîketan:
    Pergala parastina moşekên Patrîot, Wezîrê Parastin ê Polonyayê, Antoni Macierewic, Amerîka, Polonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de