15:01 21 Tebax 2017
Zindî
    zarok

    UNICEF: Di sê salan de hezar û 75 zarok hatin kuştin

    © AP Photo/ Channi Anand
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 721

    UNICEFê raporek amade kir û eşkere kir ku li Iraqê 5 milyon zarok hewceyî alîkarîyê ne ku divê demildest bigihe wan.

    Li gorî rapora UNICEfê di sala 2017ê de li Iraqê 152 zarok hatine kuştin, di sê salên dawiyê de jî hezar û 75 zarok hatine kuştin.

    Di daxuyaniya nivîskî ya UNICEFê de hat gotin ku, "Li tevahiya Iraqê, zarok hemû ji rewşeke hovane û şîdeteke dijwar re şahidiyê dikin."

    Hat ragihandin ku li Mûsilê zarok bi zanebûn tên kuştin, ji bo malbatên wan bên cezakirin û pêşî li reva wan bê girtin, tên kuştin.

    Tevî vê yekê zêdeyî 4 hezar û 650 zarok ji malbata xwe hatin qutkirin. Li Iraqê êrîş li 138 dibistan û 58 nexweşxaneya hatiye kirin. 1,2 milyon zarok nikarin biçin dibistanan.

    Li gorî rêxistinên navneteweyî, li Mûsilê ya di nava dagirkeriya DAIŞê de hey, hê zêdeyî 100 hezar sivîl asê mane ku nîvê wan zarok in.

    Bi heman mijarî:

    UNICEF: Li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê jiyana 24 milyon zarokan di xeterê de ye
    UNICEF hejmara zarokên ku li Xan Şêxûnê jiyana xwe ji dest daye, eşkere kir
    UNICEF: Her roj 800 zarok ji nebûna avê dimirin
    UNICEF: Sala 2016an ji bo zarokên sûriyeyî pir xerab bû
    UNICEF'ê 1539 sobe ji zarokên dibistanên Rojava re şand
    UNICEF derbarê perwerdehiya zarokên sûriyî de daxuyaniyek belav kir
    Etîketan:
    zarok, kuştin, UNICEF
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de