09:50 18 Tebax 2017
Zindî
    Afganistan

    Li bajarê Helmandê teqîn: 20 kuştî û 50 birîndar

    © REUTERS/ Mohammad Ismail
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6222

    Li bakurê Afganistanê li bajarê Helmandê bi wesayîta bombebarkirî êriş pêk hat. Li gorî agahiyan di teqînê de herî kêm 50 kes birîndar bû.

    Li bakurê Afganistanê li bajarê Helmandê bi wesayîta bombebarkirî êriş pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 20 hatin kuştin û herî kêm 50 kes jî birîndar bû.

    Li gorî daxuyaniya berpirsên ewlehî yên afgan wesayîta bombebarkirî li herêma Laşkargah ya Helmandê li devê şaxa bankekê qewimiye.

    Hat ragihandin ku hêzên ewlehî û sivîlên ku li benda meaşê xwe bûn di êrişê de hedef hatin girtin.

    Rêvebirê herêmî Omer Zvak destnîşan kir ku polîs û leşker jî di nav de herî kêm 20 kes hatin kuştin û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bû. Hê kes an jî ti rêxistinan berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe, lê hêjayê gotinê ye ku berê hem DAIŞê û hem jî rêxistina Talîbanê polîs û leşkerên ku li benda meaşê xwe bûn hedef girtibûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Afganistan û Pakistanê aşît: Herî kêm 140 mirî
    Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Tekoşîna çekdarî li dijî DAIŞ li Afganistanê bê encam e
    Pakistanê êrişî Afganistanê kir: 50 kuştî
    Li Afganistanê operasyon: 18 kuştî û 29 birîndar
    Etîketan:
    20 kuştî û 45 birîndar, Li Afganistanê êrişa bombeyî, Helmand, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de