18:39 17 Tebax 2017
Zindî
    Balafir

    Avustralya dîsa tevlî êrişên hewayî yên koalisyonê dibe

    © REUTERS/ Australian Defence Force
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2121

    Wezareta Parastin a Avustralyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku du roj berê me tevgera xwe ya hewayî li Sûriyeyê rawestandibû, em ê dîsa dest bi operasyonan bikin.

    Piştî koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike balafira leşkerî ya Sûriyeyê xistibû û Rûsyayê ji bo xistina balafira Sûriyeyê bertek nîşanî Amerîka û koalîsyonê dabû. Avustralya piştî daxuyaniyên Rûsyayê biryar dabû ku navberê bide operasyonên xwe yên li Sûriyeyê.

    Wezareta Parastin a Avustralyayê di daxuyaniya xwe ya piştî du rojan de ragihand ku wan ji tedbîrê bi awayekî demkî operasyonên xwe yên li Sûriyeyê rawestandine û niha dîsa biryar dane ku tevlî operasyonan bibin.

    Wezaretê di dirêjiya daxuyaniya xwe de got: "Biryara demkî ku hatibû dayîn hat rakirin."

    Bi heman mijarî:

    Koalîsyona Navdewletî di derbarê destpêkirina operasyona Reqayê de daxuyanî da
    AFP: NATO biryara beşdarbûna koalîsyona li dijî DAIŞê da
    'MHP ji bo avakirina ‘Koalîsyona Hikûmeta Neteweyî' li benda Erdogan e'
    Îlham Ehmed derbarê êrişa Tirkiyeyê de: Bila Koalîsyona Navdewletî helwesta xwe zelal bike
    Koalîsyona Ereban êriş kir: Herî kêm 45 mirî
    Etîketan:
    Koalîsyona Navneteweyî, Wezareta Parastin a Avustralyayê, Sûriye, Avustralya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de