19:44 13 Kanûn 2017
Zindî
    penaber - Behra Spî - xeniqîn - koçber

    IOM: Bota ku 126 koçber têde bûn binav bû

    © REUTERS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî (IOM) di daxuyaniya xwe de ragihand ku li qeraxên Libyayê bota ku 126 koçber têde bûn binav bû.

    IOMê di daxuyaniya xwe ya pêşî de behsa windabûna botê kir, lê Berdevkê IOMê Flavio Di Giacomo di peyama xwe ya Twittterê de ragihand ku bota navborî li qeraxên Libyayê ji bo ku motora wê ji aliyê mirovê qeçaxvan ve hatibû dizîn binav bû.

    Di Giacomo di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Li gorî agahiyên koçberên ku ji botê hatin rizgarkirin qaçaxvan bi zorê motora botê jê vedikin û bi xwe re dibin. Piştî vekirina motorê bot avê hildide û paşî binav dibe. Ev bûyer ji aliyê hinek kesen din ve jî hat serastkirin."

    Li gorî daxuyaniya Flavio Di Giacomo, piştî binavbûna botê masîvanên libyayî 4 kesan rizgar dikin û teslîmî keştiyeke din a penaberan ku nêzî hezar kesî têde bûn dike. Ev keştiya ku nêzî hezar penaberî têde bûn gihîşte limana Palermo ya Îtalyayê.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Macaristané: "Nabe ku penaber bi serbestî bigerin"
    Li qeraxên Îtalyayê di 3 rojan de 2 hezar û 700 penaber hatin rizgarkirin
    Di rojekê de 3 hezar û 300 penaber hatin rizgarkirin
    Pêla koçberiyê didome: 5 hezar û 600 penaber hatin rizgarkirin
    Di 8 mehên sala 2016an de 3 hezar penaber xeniqîn
    Etîketan:
    Bota koçberan binav bû, Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî (IOM), Flavio Di Giacomo, Îtalya, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de