15:57 20 Hezîran 2018
Qetar

Wezîrê Derve yê Qetarê El Sanî şertê danûstandinan eşkere kir

© REUTERS / Thomas White
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Derve yê Qetarê Şêz Muhemed bin Ebdurehman El Sanî di axaftina xwe de destnîşan kir ku hetanî dorpêç ranebe ew bi dest danûstandinan nakin.

Wezîrê Derve yê Qetarê Şêx Muhemed bin Ebdurehman El Sanî ragihand ku welatê wî dest bi danûstandinan li gel welatên ku dorpêç li ser Qetarê danîne û pêwendiyên xwe bi Dohayê re qut kirine dest pê nakin heta ku ew ji helwest û siyaseta xwe ya derbarê dorpêça Qeterê de paş ve venegerin.

El Sanî di axaftina xwe de got: "Heta welatên din ên kendavê hemû dorpêçên li ser Qetarê ranekin û dawî bi wan dorpêçan nehînin, Doha ti danûstandinan bi wan welatan re nake."

Li gorî daxuyaniya wezîr El Sanî Tirkiyê û Îran bi rêya firokeyên barhilgir alîkariyan digihînin Qeterê.

Bi heman mijarî:

Leşkerê Tirkiyeyê li Qetarê ye
Mîrê Qetarê el Sanî ji bo çareseriya krîzê bi Merkel re axivî
Wezîrê Derve yê Qetarê: Doha û Moskowa dixwazin gengeşiya Sûriyeyê kêm bikin
Çavuşoglu: Erdogan ji bo krîza Qetarê wê bi Trump re biaxive
Çavuşoglu bi balyozê Îmarat û Erebistana Siûdî re krîza Qetarê nirxand
Etîketan:
Krîza navbera welatên erebî, Wezîrê Derve yê Qetarê, Şêx Muhammed bin Abdurrahman el Sanî, Qetar
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de